• Saturday, 14 February 2026
logo

“Data û zaniyariyên firotina petrola Kurdistanê bi dokumênt aşkere bûn”

“Data û zaniyariyên firotina petrola Kurdistanê bi dokumênt aşkere bûn”
Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî ragihand ku hikûmeta Iraqê Herêma Kurdistanê neçar kir ku dest bi firotina petrola xwe bike, tekez jî kir ku Herêma Kurdistanê petrola xwe biarzanî nefirotiye.

Piştî bidawîhatiya civîna Parlamentoya Kurdistanê, ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeke hikûmetê tê de anade bûn, sekreterê Parlamentoy Kurdistanê Fexredîn Qadir û berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî konfransekî rojnamevanî lidarxistin.

Fexredîn Qadir di destpêka konfransê rojnamevanî de da zanîn ko civîna parlamentoyê 5 demjimêran dirêj kir û tê de “Şanda hikûmetê bersiva pirsiyarên parlamenteran dan û Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî ronahî xiste li ser tiştên pêwîst.”

Herwiha Qadir aşkere kir ku di civîne de “Data û zaniyariyên deranîn û frotina petrolê di sala 2013an de bi dokumênt hatin aşkere kirin.”

Ji aliyê xwe ve Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî da zanîn ku di civînê de behsa pirsên hestiyar hat kirin.

Derbarê arîşeyên navbera Bexda û Hewlêrê li ser pirsa petrolê, Dizeyî wiha got: “Bexda em neçar kirin ku dest bi firotina petrola xwe bikin” tekez jî kir ku Herêma Kurdistanê petrola xwe biarzanî nefirotiye.

Li ser pêkanîna kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dizeyî da zanîn ku di demeke nêzîk de wê hikûmet bê pêkanîn.

Îro, Çarşemê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo ku bersiva çend pirsên parlamenteran bide derbarê krîza aborî, budce û petrolê de, ligel şandeke hikûmetê beşdarî civîna Parlamentoya Kurdistanê bûn.

Şanda ligel Nêçîrvan Barzanî ji cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî, wezîrê samanên siruştî Aştî Hewramî, wezîrê pilandananê Elî Sindî, wekîlê wezareta darayî Reşîd Tahir, berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, kordînatorê navbera parlamento û hikûmetê Seid Xalid pêk tê.

Jibilî wê şandeyê, serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên jî di civînê de beşdar e.

Rudaw
Top