Kurd careke din Serokkomariya Iraqê dikin
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên derbarê postê serokkomarê İraqê de bersiva rojnamegeran da û got ku hemû aliyên siyasî yên İraqê dixwazin Kurd careke din serokkomariya İraqê bikin.
Ji bo danûstandina bi aliyên siyasî yên İraqê re li Herêma Kurdistanê ji hemû pêkhateyên siyasî lijneyeke hat pêkanîn û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî pesend kir. Armanca pêkanîna lijneyê ew e ku ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya İraqê bi aliyên siyasî yên İraqî re gotûbêjan bike.
Derbarê lijneyê de jî Fuad Husên wiha axifî: ‘‘Lijne dê li Hewlêrê bicive û di nav xwe de li ser mijara damezrandina hikûmeta nû ya Bexdayê û şert û mercên avakirinê nîqaşan bike. Piştre dê derbasî Bexdayê bibe û ligel partiyên siyasî yên ku li wê derê ne hevdîtinan bike.’‘
Huseyîn da zanîn ku ji bo damezrandina hikûmeta nû divê nîqaş bên kirin û wiha pêde çû: 'Aliyên Iraqî ji bo ku postê Serokkomariya Iraqê bidin Kurdan wek hev difikirin. Ev fikir di navbera hemû partiyên siyasî de safî bûye.'
Li ser pirsa ku eger cara sêyemîn Malikî wek serokwezîrê İraqê were hilbijartin dê Kurd dê helwêsta Kurdan çibe? Husên wiha bersiv da: 'Ev mijar hê yekalî nebûye. Em ê bên ba hev û di navbera xwe de li ser vê meselê biaxifin Li gor axaftin û nîqaşên xwe em ê jî biryarekê bidin.'
Basnews
