• Saturday, 14 February 2026
logo

Çekdaran dest danî ser çend taxên Samerayê

Çekdaran dest danî ser çend taxên Samerayê
Li çend taxên bajarê Samerayê li bakurê rojavyaê Bexdayê, şerekî giran navbera hêzên Iraqê û çekdaran qewimiye û heta niha ew şer didome.

Karmendê ragihandina wezareta navxwe ya Iraqê Yûsif Ebadî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku li 7 taxên Samerayê şer navbera artêş û polîs li aliyekî û çekdaran li aliyê din destpêkiriye û hîn ew şer didome.

Çekdaran dest danîne ser 7 taxên Samerayê, hinek çavkaniyê dibêjin ku di şerê li wan taxan de 48 kuştî û birîndar hene.

Lê Ebadî got ku ji ber berdewamiya şer, heta niha ew nizanin bê çend kes hatine kuştin an jî hejmara birîndaran çiqase.

Rudaw
Top