• Saturday, 14 February 2026
logo

3 ciwanên tevlî PKKê bûbûn xwe radestî artêşa Tirkiyê kirin

3 ciwanên tevlî PKKê bûbûn xwe radestî artêşa Tirkiyê kirin
Li gor medyaya Tirkiyê, 3 ciwanên ku tevlî PKKê bûbûn û ev demeke xwediyên wan li Amedê ji bo ku PKKê wan vegerînin malên wan çalakiyan li dar dixin, xwe radestî artêşa Tirkiyê kirin.

Hat ragihandin ku li navçeya Beytuşebab a ser bi bajarê Şirnexê li Bakurê Kurdistanê ve, 3 ciwanên ku ev demeke hikûmeta Tirkiyê û medyaya Tirkî digot ku PKKê ew birine tevlî rêzên gerîla kirine, îro xwe teslîmî hêzên artêşa Tirkiyê kirin.

Herwiha li gor medyaya Tirkiyê, artêşa Tirkiyê ew ciwanên radestî malabatên wan kiriye.

Ev zêdetirî du heftiyane ku zêdetirî 12 malabatên ku dixwazin PKKê ciwanên wan ên tevlî hêzên wan bûne, vegerin mal, çalakiyan li ber şaredariya bajarê Amedê li dar dixin.

Rudaw
Top