• Saturday, 14 February 2026
logo

Komela Îslamî: Xelkên Kurdistanê gunehbar in

Komela Îslamî: Xelkên Kurdistanê gunehbar in
Endamekî Polîtburoya Komela Îslamî ya Kurdistanê îdîa dike ku xelkê Kurdistanê gunehbar in û ji ber wê yekê ye ku kêmasiyên desthilatdaran hene.

Endamê Polîtburoya Komela Îslamî ya Kurdistanê, Şiwan Raber li ser rûpela xwe ya tora civakî ya Facebookê wiha nivîsiye: ‘‘Xelkê Kurdistanê gunehbar in û di gendelî û kêmasiyan de beşdar in.’‘

Şiwan Raber wiha dibêje: ‘‘Raste kêmasiyên mezin ên desthilata Kurdistanê, lê pişka herî zêde ji ber gunehbarî û xirabiya xelkê ye, çênabe tenê gazin ji desthilatê bên kirin, lazime em gîliyan li xwe û xelkê jî bikin.’‘

Raber wiha nivîsiye: ’’Desthilat ji xelkên baş û camêr ditirsin, xelkên baş desthilateke baş çêdikin û berhem tînin, xelkê baş desthilata xirab qebûl nakin, ger desthilat di warê zilm, gendelî û xirabkarî û nedadgeriyê de bi kêmasî be, tawana mezin a xelkê ye ku desthilateke wiha qebûl dikin, xelkên ku li sazî û dezgehên heman hikûmetê dixebitin, fermangehan birêve dibin û xirabiyan dikin. Xelk li fermangehan karmend û rêveber in, desthilatdarên baş pir kêm in.’‘

Raber ji xelkê dixwaze ku dest ji wan karên xwe û xirabiyan berdin û axaftina xwe wiha qedand: ‘‘Xelkên xirabkar bila beriya desthilatê xwe serrast bikin, wê demê desthilat xwe bi xwe çêdibe, êdî gîliyan li desthilatê nekin, ji ber ku desthilata bê ol û sitemkar ji bilî xirabiyê tişteke din nake û çênabe bendewariyeke din ji hikûmeteke wiha hebe.’‘

Basnews
Top