• Saturday, 14 February 2026
logo

Encamên fermî yên hilbijartinên serokomarî li Sûriyê

Encamên fermî yên hilbijartinên serokomarî li Sûriyê
Serokê Paralemntoya Sûriyê, Mihemed Cîhad Leham encamên fermî yên hilnijartinên serokomarî li Sûriyê ragihandin.

Duh, 04.06.2014, Serokê Paralemntoya Sûriyê, Mihemed Cîhad Leham encamên fermî yên hilnijartinên serokomarî li Sûriyê ragihandin ku tê hatiye ku Beşar Esed bi rêjeya 88.7% ji dengan bo cara sêyem di posta serokatiya wî welatî de ma.

Li gor serokê Parlamentoya Sûriyê, di van hilbijartinan de ku roja 03.06.2014 birêve çûbûn, 11 milyon û 634 hezar û 412 kesî dengê xwe dabû û rêjeya dengdanê 73.42% bû.

Herwiha navhatî da zanîn ku Beşar Esed di pileya yeke de hatibû û bo 7 salên dê bimîne serokê welat û ji sedî 88.7 ji dengan bidestxistibû, ku dike 10 milyon û 319 hezar û 723 deng.

Herwiha hevrikê din ên Esed jî bi vî awayî deng bidest xistibûn: Hessan Ebdulla Nûrî 500 hezar û dengê bidestixtine, heriwha hevrikê sêyem Mahir Ebdulhefîz Hecar jî 372 hezar û 301 deng bidest xistibûn.

Piştî encamdana van hilbijartinan, Wezîrê Derve yê Amerîka da zanîn ku ev hilbijartin “Bê wate ne”, herwiha Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa jî ew hilbijartin bi “Hilbijartineke neyasayî” da zanîn, Wezîrê Derve yê Fransa jî hilbijartinên serokomarî li Sûriyê bi “Senaryo” wesif kiribûn.

Rudaw
Top