• Saturday, 14 February 2026
logo

Erdogan: Hevdîtinên siyasî bi Ocalan re bi pêşerojê ve girêdayîye

Erdogan: Hevdîtinên siyasî bi Ocalan re bi pêşerojê ve girêdayîye

Serokwezîrê Tirkiyê li Qirxîzistanê ragihand ku heya niha destur nehatiye dayîn ku hevdîtinên siyasî li gel serokê PKK Abdulah Ocalan de bê kirin lê gel di dem pêş de evê bête kirin yan na şertûmercên pêşerojê wê yekê diyarî dikin.

Di kongireyekî rojnamevanî de li ser pirsa sebaret bi daxuyaniya cîgirê serokwezîr Beşîr Atalay ku gotibû bo pêşvebirina pêvajoya çareseriyê pêwîsît bi nexşerêyek nû heye, gelo ew nexşerêye vegeryana endamên PKK yê?, Erdogan got: Pirsa vegerandin û nevegerandina endamên PKK bo malê ji destpêkê ve beşek ji projeya yekîtiya netewî û pêvajoya çareseriyê bû.

Erdogan got: Yek ji mebestên giringên projeya yekîtiya netewî û biratiyê vegerandina malê ye lê belê bo gihêştina wê armancê car caran astengî û pirsfgirêk çê bûne. Her weha hilbijartinên 30 adarê û 1 hizêranê jî berhema sal û nîvekê ya qonaxa çareseriyê bûye.

Li ser pirsa gelo destur hatiye dan bo kesayetiyên siyasî ku li Îmralî li gel Ocalan hevdîtin bikin?, Erdogan got: Eve tenê xewne û xeyale hevdîtinek bi vî awayî heya nuha nehatiye behs kirin halî hazir tenê şanda HDP û MÎT li ser rezamendiya dewletê li gel Ocalan hevdîtinan encam didin, car caran jî rê bi nûnerên rêxistinên cîhanî hatiye dan ku serdana Îmralî bikin.

Erdogan got: destur nehatiye dan ku şandekî siyasî serdana Îmralî bikin, gelo di pêşeropjê de tiştekî weha dibê yan na ew bi şertûmercên pêşerojê ve girêdayî ye.

Xendan
Top