Ebdulfetah el-Sîsî bi fermî bû serokê Misrê
Duh 03.06.2014, şêwirmendê Komîteya Bilind a Hilbijartinan li Misrê, Enwer el-Asî ragihand ku rêjeya beşdariya welatiyan di dengdanê de 47.45% bû, ku dike 25 milyon û 578 hezar deng.
Enwer el-Asî aşkere kir jî ku Ebdulfetah el-Sîsî, ku berê Wezîrê Bergirî bû, bi rêjeya 96% ji denagn, da pêş hevrikê xwe Hemdîn Sebahî yê ku 3.9% ji dengan bidest xistibû.
Navborî amaje kir jî ku Ebdulfetah el-Sîsî ku dike 23 milyon û 780 hezar û 104 deng bidest xistibû.
Roja 26-27ê Gulana borî hilbijartinên serokomarî li Misrê birêve çûn.
Birayre di destpêka hefteya bê de, di ahengekê de ku gelek welatên erebî û cîhanî, ji bilî Qeter û Tikriyê, tê de beşdar bin, dê el-Sîsî sûnda yasayî li koşka Etîhadiye, bixwe.
Rudaw
