Daxuyaniya komisyona bala ya nûjenkirina kelha Hewlêrê
Komisyona bala ya vejandina Kelha Hewlêrê di daxuyaniya xwe de dibêje:
Di çend rojên borî de di mediya kurdistanî de nûçyek hatiye weşandin ku, qaşo rêxistina (ICOMOS) wergirtina kelha Hewlêrê bo ser lîsteya keleporî ya cîhanî, ji sedema hebûna çend têbînîyekan, red kiriye. Li dor vê pirsê komisyon bi başî dizane ku, çend xalan zelal bike.
Destpêkê divê ew yek bê zanîn ku, saziya (ICOMOS) li ser vê pirsê nebiryarder e, lê ew aliyek serbixwe ya şîretdanê ye bo komîteya kelporî ya cîhanî û biryardan li ser Kelha Hewlêrê ku, bikeve nav lîsteya keleporî ya cîhanî ji aliyê komîteya keleporî ya cîhanî ve tê dan, ji aliyê saziya ICOMOS nayê dan.
Komisyona bala dibêje ku, nûnerê (ICOMOS) ji bona helsangandina karûbaran û nûjenkirinê serdana herêma Kurdistanê kiri bû û raporek daye komîteya keleporî ya cîhanî û komisyona bala ku, di raporê de çend têbînî destnîşan kirine ku, divê komisyona bala û aliyên peywendîdar li herêma Kurdistanê wan têbîniyan li ber çavan bigirin û bi giringî ve lê binêrin.
Divê ew xal û têbîniyên saziya (ICOMOS) di rapora xe de destnişan kirine di demek zû de bên cîbicî kirin daku, komîteya keleporî ya cîhanî kelha Hewlêrê bixe nav lîsteya keleporî ya cîhanî de. Neşerte ku, ev biryar di civîna meha şeş ya komîteya keleporî ya cîhanî bê dan, lê normal e ku, ev biryar di civînê bên de bê dan.
Weke ku tê zanîn saziya (ICOMOS) di rapora xwe de rol û karên komisyona balaya nûjenkirina kelha Hewlêrê bilind dinrixîne û îşaretê bi piştgiriya hikûmeta herêma Kurdiustanê dike û daxwazê ji hikûmeta herêma Kurdistanê û komisyona bala ya nûjenkirina Kelha Hewlêrê dike ku, li ser pêşveşûn û rola xwe berdewam bin.
