Dê Evroj Nêçîrvan Barzanî Li Parliyamentê Amade Be
Di evê bareyê de, berpirsê ragihandina serokatîya parliyamenta Kurdistanê Zagros Muhemmed Kemal ji PNA re ragihand, ku rûniştina han taybetî ye û dê bi şandeya hukûmeta herêmê re behsa şandina petrola herêma Kurdistanê bihê kirin.
Weha jî da zanîn, ku dê serokê parliyamentê, serokên fraksiyonên parliyamentê û serokên komîteyên parliyamentê di evê rûniştinê de amade bin.
Weha jî da xuyakirin, ku şandeya han ji serokê hukûmetê, wezîrê samanên siruştî, wezîrê darayî aborî û wezîrê plandananê pêk dihê.
