Nêçîrvan Barzanî beşdariya ahenga salvegera damezrandina YNKê kir
Cîgirê Serokê PDKê û heyeteke pê re beşdariya ahenga salvegera damezrandina YNKê kir.
Duh li Hewlêrê Cîgirê Serokê partiya demokrata Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî û heyeteke pê re ku pêk hatibû ji Sekreterê mekteb siyasiya PDKê û hijmareke rayedarên din yên partiya demokrata Kurdistanê beşdariya ahenga 39mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê kirin.
Di merasima han de Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û li ser navê PDKê pîrozbayî li YNKê kir.
Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa dîroka xebat û têkoşîna YNKê û hewldanên heyî yên PDK û YNKê bo xizmet kirina Kurdistanê û gelê Kurd kir.
