Çendîn şirketên din dixwazin petrola Kurdistanê bikirin
Di vê derbarê de Parlamenterê PDK’ê û Cîgira Serokê Lijneta Çavkaniyên Xwezayî ya Parlamentoya Kurdistanê Dilşad Şaban agahî dan BasNewsê û got: ‘’Berî firotina petrolê 22 şirketên Ewropî û Amerîkî ji bo kirîna petrola Kurdistanê navên xwe tomar kiribûn, lê hejmar piştî firotinê zêdetir bûye.’‘
Şaban wiha axifî: ‘’Min zanyarî ji Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê wergirtine, piştî firotina petrolê li bazarên cîhanê hejmara şirketên ku dixwazin petrola Kurdistanê bikirin û navên xwe tomar kirine zêde bûye.’‘
Dilşad Şaban derbarê şirketê nû yên kiryarên petrolê de jî got: ‘’Gelek şirketên din ên petrolê ku hemû şirketên mezin ên Ewropayê ne, di van çend rojên borî de navên xwe li Wezareta Çavkaniyên Xwezayî tomar kirine bo kirîna petrolê, herwiha rojane jî navên şirketên nû tên qeydkirin.’‘
Ji 22’ê meha Gulanê ve Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyê dest bi firotina petrolê kiriye. Li gor Şaban jî, firotina 2 milyon û 500 bermîl petrola Kurdistanê wiha kiriye ku baweriya welat û şirketên Ewropî zêdetir bi Herêma Kurdistanê were û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Loma hemû şirket li ser kirîna petrola Kurdistanê milmilanê dikin. Herwiha niha tenê Îtalya û Elmanya petrola Kurdistanê kirîne û di dahatû de dibe ku welatên din jî bikirin.’‘
Basnwse
