Felah Mistefa: Welatên Ewrûpayê li hember firotina petrola Kurdistanê ne dilgiranin
Berpirsê peywendiyên derve yên hikûmeta Kurdistanê dibêje welatên Ewrûpayî ne li dijî firotina petrola Kurdistanê ne.
Di daxuyaniyeke teybet de ji bo Kurdistantvê berpirsê peywendiyên derve yên hikûmeta Kurdistanê Felah Mistefa ragehand ku welatên Ewrûpayî ne li dijî henardin û firotina petrola Kurdistanê ne.
Mistefa eşkere kir ku hikûmeta Kurdistanê di çarçoveya destûra bingehîn ya Îraqê de mafên xwe yên destûrî bikar aniye û petrola xwe ji derve re şandiye û welatên Ewrûpayî jî vê yekê dizanin ku Kurdistan tenê mafên xwe yên destûrî cîhbicîh kiriye û ti gaveke nadestûrî neavêtiye.
Mistefa eşkere kir ku heta li Kurdistanê de petrol hebe vê li bazarên Cîhanê jî mişteriyên vê petrola han hebin û niha civaka cîhanî spasiya Kurdistanê dike bo ku dest bi henarde kirin û firotina petrola xwe kiriye.
