• Saturday, 14 February 2026
logo

Malikî dîsa gef xwar: Hinartina nefta Kurdistanê ti carî nayê qebûlkirin

Malikî dîsa gef xwar: Hinartina nefta Kurdistanê ti carî nayê qebûlkirin
Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî, ji ber hinartina petrolê dîsa gel li Herêma Kurdistanê xwar û ragihand, hinartina nefta Herêma Kurdistanê binpêkirina serweriya Iraqê ye û bi ti awayekî nayê qebûlkirin. Malikî her wiha got, min fermana birrîna mûçeyên karmendên Kurdistanê nedaye.

Serokezîrê Iraqê Nûrî Malikî, di hevpeyvînekê de digel televîzyona fermî ya Iraqê ku di demek nêzîk de tê belavkirin, ragihand ku hinartina nefta Herêma Kurdistanê binpêkirina serweriya Iraqê û destûra wî welatî ye.

Nûrî Malikî, diyar kir ku bi ti awayekî hinartina petrola Herêma Kurdistanê nayê qebûlkirin.

Li ser birrîna mûçeyên karmendên Kurdistanê jî Malikî got, tiştekî wisa tine min fermana birrîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê nedaye, li gorî min Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê mijarê li dijî hikûmeta Iraqê bikar tîne.

Serokwezîrê Iraqê li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê jî axivî û got, piraniya dengên pêwîst bo pêkanîna hikûmetê kom bûye û niha me 175 kursî misoger kiriye.

Rudaw
Top