Yildirim: Bi sedan alim û fermander ji nav Kurdan derketine
Ji aliyê Zanîngeha Yuzuncu Yilê ve li Hêwana Tûşbayê ya Odeya Pîşesazî û Baziraganiyê ya Wanê bi navê 'Di Pêşketina Wêjeya Kurdî de Rola Medreseyan' hat lidarxisitin. Prof. Dr. Yildirim di panelê de axivî û diyar kir ku yekem sahabiyê Kurd yê heyama Hz. Mûhammed, Caban û kurê wî Meymûn wek 'El-Kurdî' dihatin binavkirin û got ku peyva Kurd ji heyamên ewil ên Îslamê heta niha wekî bikaranîna niha hatiye bikaranîn.
Yildirim da zanîn ku di berhemên destpêkê ên Erebî yên îslamê de ji bo peyva Kurd 'Kurd' an jî pirjimariya wê 'Ekrad' hatiye bikaranîn û wiha axifî: 'Heta heyama Sûltan Sencerê ku hikimdarê dawî yê Selçûqiyan e, ji bo bajarên Kurdan ên di navbera Îran û Iraqê de peyva 'Cîbal' a ku di Erebî de tê wateya cihê çiyayî, bi Farisî jî 'Kwêstan' dihat gotin. Hamdûllah Mûstewfiyê Qazwînî di pirtûka xwe ya Farisî ya bi navê ’Nuzhetu’l-Kulub’ de dibêje ku bi awayekî fermî yekem car Sûltan Sencer ev herêm wek 'Kurdistan' bi nav kiriye û 16 bajar tevî bergeha vê herêmê kiriye. Navê Kurdistanê piştî Selçûqiyan ji aliyê Osmaniyan ve jî hat bikaranîn û sînorên her car kêm zêde hatin guherandin, di pêvajoyên curbicur de bi navê Kurdistanê 15 eyalet hatine avakirin. Li gor van agahiyên ku me dan, di dîroka Îslamê de di nav teşkîla unîter de'Kurdistanên destpêkê' ji aliyê Tirkan ve hatin avakirin.'
Yildirim got ku pêvajoya Îslambûna Kurdan di heyama Hz. Omer de bi fethan bû girseyî û di heyama çaryaran de ev pêvajo temam bûye. Yildirim da zanîn ku piştî Kurd bûn Misilman, bûn cenfedayên Îslamê û axaftina xwe wiha berdewam kir: 'Piştî ku Siltan Selahaddîn Qûdus feth kir, miftiyê wê heyamê Fadil di ewilîn nimêja înê de bi vê hevokê dest bi xûtbeya xwe kir: ’Hemd ji wê Xwedê re ku dînê Îslamê bi egîdekî Kurd ezîz kir.’ Kurdan ji roja ewil heta niha Tirk, Ereb û Fars wek birayên xwe dîtin, demeke dirêj dev ji zimanê xwe berdan û bi zimanê van gelan axifîn. Piraniya berhemên xwe bi zimanê van gelan nivîsandin. Li hember dijminên xwe yên hevpar bi hev re şer kirin û bi hezaran şehîd dan.'
Yildirim got Ehmedê Xanî ku hemû berhemên xwe bi Kurdî nivîsandine di mulemmeyeke xwe ya her bendekê de di risteya ewil de Erebî, ya duyemîn de Farisî, ya sêyemîn de Tirkî û ya çaremîn de Kurdî nivîsandiye û zimanê van çar gelên Misilman ên ku li Rojhilata Navîn dijîn wek bira îlan kiriye.
Yildirim wiha dirêjî bi axaftina xwe da: 'Xanî 300 sal beriya niha di berhema xwe ya bi navê Mem û Zîn de bi israr wiha digot: ’Ey Siltan! Divê hûn mohra xwe li zimanê Kurdî bidin û wî tesdîq bikin, eger nebe ev ziman nayê rewacê û dê bazara wî kesat be’ Mixabin ku Xanî nedît ev mohr li zimanê Kurdî hat xistin û bi çavvekirî çû ber rehma Xwedê. Şêx Ebdûlselam Barzanî ji bo ku Kurdî di perwerdê de bê bikaranîn bi navê 'Wesîqaya Duhokê' wesîqayek pêşkeşî Îttihad û Terakkiyê kir. Mixabin ew ji ber vê wesîqayê hat dervekirin û ew jî bi awayekî çavvekirî çû ba Ehmedê Xanî. Seîdê Kurdî xwest ku bi navê Medresetû’z Zehra zanîngehekê ava bike. Lê belê dema qala vê projeya girîng kir, bi ’dînîtiyê’ hat sucdarkirin û ew şandin zindanê. Ji bo ku rapora dînîtiyê bidin wî doktorek jî şandin ba wî. Doktorê ku bi Seîdê Kurdî re axivî fehm dike ku ev deq û dolabek e û wiha diaxive; ‘‘Eger Seîd jî dîn be li welêt kesekî biaqil tune ye.' Mixabin Seîdê Kurdî jî nikarî projeya xwe bi cî bîne. Lê eger guh bidana gotinên wî dibe ku gelek pirsigirêkên me yên ku niha hene qet nebûna.'
Basnews
