• Saturday, 14 February 2026
logo

Hilbijartinên serokatiya Sûriyê destpêkirin

Hilbijartinên serokatiya Sûriyê destpêkirin
Tevî ku piraniya welatên rojava û erebî û opozîsyon û Kurd jî dibêjin ti şeriyeta van hilbijartinan tine ye, lê îro sibehê hilbijartinên serokatiya Sûriyê tevî van hemû nerazîbûnan destpêkirin.

Proseya dengdana ji bo serokê nû yê Sûriyê îro saet 7ê sibehê bi dema Sûriyê destpêkiri û biryar e heta saet 7ê êvarê berdewam bike. Di van hilbijartinên serokê niha yê Sûriyê Beşar Esed, parlamenter Mahir el-Hecar û wezîr û parlamenterê berê yê Hesan el-Nûrî rikberiyê li ser wergirtina posta serok dikin.

Wezareta navxwe ya Sûriyê ragihand ku li gor destûr û yasaya hilbijartinan, 15 milyon û 800 hezar kes li hundir û derveyî Sûriyê mafê wan heye dengên xwe bi kar bînin, lê her kesê ku bi awayekî ne qanûnî ji Sûriyê derketibe, mafê wan tine ye dengê xw bi kar bîne, wate zêdetirî 2 milyon û 500 hezar hemwelatiyên Sûriyê ku li derve penaber in eger bixwazin jî nikarin deng bidin.

Ji bo hilbijartinên serokatiya Sûriyê 9 hezar û 601 navendên dengdanê hatine vekirin ku nêzîkî 11 hezar û 776 sindoq di wan navendan de hatine danîn. Ji wan 414 sindoq li her du bajarên Hesekê û Qamişlo ne.

Li gor yasaya hilbijartinên Sûriyê, mafê her dengderekî heye ku bi nasnameya xwe li her navendekê dengê xwe bi kar bîne.

Hilbijartinên serokatiya Sûriyê wê bi tenê li navçeyên di bin kontrola hêzên rejîmê de birêvebiçin, ji wan her du bajarên Hesekê û Qamişlo yên Rojavayê Kurdistanê, lê ew hilbijartin li navçeyên di bin kontrola hêzên opozîsyonê de nayên kirin.

Opozîsyona Sûriyê û di nav de partiyên kurdî jî, dibêjin ti şeriyeta van hilbijartinan tine ye û piraniya wan biryar dane boykot bikin.

Roja 28ê gulanê hilbijartinên serokatiya Sûriyê li 43 balyozxaneyan birêveçûn û li gor daxuyaniya cîgirê wezîrê derve yê Sûriyê Feysel Mîqdad, 95% ji kesên ku navê xwe qeyid kiribûn, dengê xwe bi kar anîn.

Rudaw
Top