• Saturday, 14 February 2026
logo

Di meha Mayisê de 800 kes li Îraqê hatine kuştin

Di meha Mayisê de 800 kes li Îraqê hatine kuştin


NY dibêje bi tenê di meha Mayisê de li Îraqê 800 kes hatine kuştin.

Di vê derbarê de NY raportekî belav kir û ragehand ku bi tenê di meha Mayisê de li Îraqê bi giştî zêdetir ji 800 kesan hatine kuştin.

Di raporta NY de behsa vê yekê hatiye kirin ku 196 ji wan kesan karmendên hêzên ewlekarî û 799 kesên din jî welatiyên medenî ne.

Di dawiya raportê de hatiye eşkere kirin ku piraniya wan welatiyan ji ber kiriyarên terorîstî canê xwe ji dest dane
Top