Dê PDK û YNK Rêkevtina Pêkanîna Hukûmetê Îmze Bikin
Di evê bareyê de, endamê serkirdatîya PDK Dilşad Şehab ji BasNews re ragihand, ku di kombûna evê dawîyê ya navbera YNK û PDK de, tekezî li ser ewê yekê hatiye kirin, ku hukûmet bi zutirîn dem pêk bihê, ji ber ku demek diyarkirî ji bo pêkanîna hukûmetê hatiye destnîşankirin. Got jî: dê kombûnên navbera herdû alîyan ji bo bernameya hukûmetê berdewam bin.
Weha jî da zanîn, ku dê li evan nêzîkan YNK rêkevtinekî ji bo beşdarîkirinê di hukûmeta herêmê de îmze bike.
