• Saturday, 14 February 2026
logo

Erebistana Siûdiyê ji biryareke Herêma Kurdistanê dilgirane

Erebistana Siûdiyê ji biryareke Herêma Kurdistanê dilgirane
Cîgirê serokê komîteya ewqaf û karûarêb olî ya Erebistana Siûdiyê dilgiraniya welatê xwe ji ragirtina geşta Omre ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê anî ziman û got: “Siûdiyê ji biryara ragirtina Omre ji aliyê Herêma Kurdistanê ve dilgirane.”

Duh, Yekşemê, şandek ji Parlamentoya Iraqê û desteya bilin ya Hecê li Iraqê serdana Wezareta Hecê ya Erebistana Siûdiyê kirin.

Cîgirê komîteya ewqaf û karûbarên olî li Parlamentoya Iraqê, Ozêr Hafiz di daxuyaniyekê de ragihand ku: “Cîgirê Wezîrê Hecê yê Siûdiyê dilgiraniya welatê xwe derbarê rêgirtin li omrekarên Herêma Kurdistanê bi hênceta xirabiya rewşa tenduristî li welatê Siûdiyê anî ziman.”

Roja 29.05.2014 rêveberê ragihandina Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê, Merîwan Neqşebendî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Bi sedema hestiyariya rewşê û metirsiyê cidî li ser tenduristiya welatiyan, hikûmeta Herêma Kurdistanê razînebû ku îsal geşta Omre bê kirin, di civîna roja 28.05.2014 de di navbera Wezareta Ewqaf û Wezareta Tenduristî ya Herêma Kurdistanê de biryar ragirtina geşta Omre ya îsal hat dayîn.”

Ji aliyê xwe Cîgirê komîteya ewqaf û karûbarên olî li Parlamentoya Iraqê da zanîn ku Wezareta Hecê ya Siûdiyê ji wan re ragihadn ku tenê Herêma Kurdistanê rêgirî li hatina omrekarên xwe kiriye û ti welatekî din rêgirî li welatiyên xwe nekiriye.

Rudaw
Top