• Saturday, 14 February 2026
logo

Beşîkçî: Parlamentoya Kurdistanê sembola neteweyî ya gelê Kurd e

Beşîkçî: Parlamentoya Kurdistanê sembola neteweyî ya gelê Kurd e
Nivîskar û civaknasê navdar ê Tirkiyê Îsmaîl Beşîkçî serdana Parlamentoya Kurdistanê kir û got: ‘’Li Herêma Kurdistanê parlamento sembola neteweyî ya gelê Kurd e.’‘

Îro Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yusif Mihemed Sadiq bi amadebûna Cîgirê Serokê Parlamentoyê Cafer Êminkî û Sekreterê Parlamentoyê Fexredîn Qadir, pêşwazî li nivîskar û civaknasê navdar ê Tirkiyê Îsmaîl Beşîkçî kir.

Di meseleya piştîvaniya mafên rewa yên gelê Kurd de Serokê Parlamentoya Kurdistanê pesnê helwêsta însanî ya Beşîkçî kir û rola wî bilind nirxand. Herwiha pêngavên proseya aştiyê li Kurdistana Bakur wek berhemê fikir û nivîsînên Beşîkçî pênase kir.

Yusif Mihemed bal kişand ser proseya siyasî, rewşenbîrî, zanistî û navendên akademîk yên li Kurdistanê û bizava civakî, hewldanên bihevrejiyanê û karkirina fraksyonên cuda li Parlamentoya Kurdistanê bilind nirxand. Di beşekî din ê hevdîtinê de Serokê Parlamentoyê got: ‘’Xizmetên wî wiha li me kiriye ku em Beşîkçî wek yekî ji xwe bibînin.’‘

Dr. Îsmaîl Beşîkçî jî spasiya mazûvaniya serokê parlamentoyê kir û wiha axifî: ‘’Şerefeke mezin e ku ez îro li Parlamentoya Kurdistanê me, ji ber parlamento sembola neteweyî ya gelê Kurd e li Herêma Kurdistanê.’‘ Herwiha kêfxweşiya xwe anî ziman bi wê pêşketina ku li Kurdistanê çêbûye, bi taybetî jî di warê enerjî, aborî û geştûguzarî de.

Beşîkçî hêvî kir ku ligel van aliyên pozîtîf Herêma Kurdistanê girîngiyê bi zanîngeh û navendên akademîk bide û ji bo vê mebestê jî zanîngeh dikarin rolekî girîng bibînin di pêşxistina azadiya raderbirînê û çêkirina diyaloga niştimanî di navbera aliyên siyasî û saziyên civakî yên cuda de.

Beşîkçî hêvî kir ku di bingehdanîna aboriya Kurdistanê de tenê pişt bi enerjiyê neyê girêdan û got: ‘’Divê zanistên mirovî mil bi milê enerjiyê di pêşxistina jêrxana aborî û ferhengî ya Kurdistanê de rolê xwe bibînin.’‘ Di dawiya hevdîtinê de Serokê Parlamentoya Kurdistanê xelata rêzlêgirtina taybet a Parlamentoya Kurdistanê pêşkêşî Îsmaîl Beşîkçî kir.

Basnews
Top