‘‘Kurdistanê bi şandina petrolê peyameke zelal da Bexdayê’‘
Li gor govara Ehram, peyam jî ew e ku welatên cîran û cîhanê êdî wek rabirdû dijayetiya serxwebûna Kurdistanê nakin û wiha berdewam dike: ‘’Siyaseta şaş a Malikî wiha kir ku Kurd ji İraqa yekgirtî bê hêvî bibin û ber bi serxwebûnê ve gavan biavêjin.’‘
Şandina petrola Herêma Kurdistanê bo bazarên cîhanê û bandora wê ya girîng li ser pêgeha Herêma Kurdistanê bûye mijareke serekî ya medya derve. Di vê derbarê de govara Ehram a Misrî raportek belav kiriye û têde wiha tê gotin: ‘’Rola Tirkiyê di serkeftina siyaseta petrolê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de gelekî diyar e, ji ber Herêma Kurdistanê bi rêya axa Tirkiyê petrola xwe dişîne derve.’‘
Di raportê de tê gotin ku ji vêna zêdetir, Enqerê di warê siyasî û lojîstîkî de hevkariya Hewlêrê dike daku di vê siyaseta xwe de serkeftinê bidest bixe û wiha berdewam dike: ‘’Ev pêngava hikûmeta Kurdistanê di demekê de ye ku rewşa xirab a İraqê berdewam e û heftane ji ber teqîn û şîdetê bi dehan kes li Bexda, Rumadî û cihên din ên welat tên kuştin.’‘
Govara Ehram wiha nivîsiye: ‘’Şandina petrola Kurdistanê bo bazarên derve peyameke eşkere û zelal da berpirsên Bexdayê, evna jî ew e ku raste berê welatên cîran û cîhanê dijî serxwebûna Kurdistanê bûn, lê niha rewş gelekî guherî ye û herwiha rêya gehiştina serxwebûnê jî gelekî kurt bûye. Loma siyaseta serkirdayetiya Kurdistanê jî gelekî eşkere tekez dike ku eger pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê neyên çareserkirin, wê demê Kurdistan diçe referandûmê daku bi vê rêyê xelk biryara xwe bide li ser çarenivîsa Kurdistanê.’‘
Basnews
