Li Norşîna Bedlîsê hilbijartin di bin tedbîrên tund de dest pêkir
Li gorî biryara Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê û di çarçoveya hilbijartinên herêmî de, îro li deverên Norşîn, Agirî yên Bakûrê Kurdistanê û 12 bajar û deverên Tirkiyê hilbijartin dubare dibin.
li gorî DÎHAyê, li navçeya Norşînê ya Bedlîsê welatî serê sibê çûn ser sindoqan û dest bi bikaranîna dengan kirin.
Li navçeyê 11 hezar û 994 hilbijêr dê di li 11 dibistanan di 44 sindoqan de dengan bikar bînin. BDP'ê ji her sindoqê re çavdêrek û parêzerek erkdar kiriye. Komeleya Mafên Mirov (ÎHD) jî 30 parêzer bi giştî 65 çavdêr erkdar kiriye û dê li ser sindoqan bigerin.
Li tevahiya navçeyê polîsan tedbîrên gellek dijwar girtin. Polîsan derdora avahiya Hikûmetê bi barîkatan girtin û TOMA lê bicih kirin. Ji bajarên derdorê gellek polîs anîne navçeyê û bi TOMA û wesayîtên zirhî li noqteyên cuda hatine bicihkirin.
Parlementerên HDP'ê Adil Zozanî, Ayla Akat Ata, Husamettîn Zenderlîoglu û hevşaredarên herêmê ji bo ti nexweşî çênebin li ser sindoqan digerin. Bikaranîna dengan dê seat di 16.00’an de bi dawî bibe.
Li Norşînî jî mîna Agirî, hevrikiyek tund di navbera AKP û BDPê de heye.
Rudaw
