• Saturday, 14 February 2026
logo

Mladenov: Divê li gor destûrê dahata petrolê were dabeş kirin

Mladenov: Divê li gor destûrê dahata petrolê were dabeş kirin
Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li İraqê Nikolay Mladenov tekez kir ku divê dahata petrola İraqê li gor destûrê bi ser hemû hevwelatiyên İraqê de were dabeşkirin daku tevahiya welat sûd jê werbigire.’‘

Di civînekê de ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Nikolay Mladenov hêvî kir ku pirsa pêkanîna hikûmeta dahatû ya İraqê di zûtirîn dem de bi dawî bibe, hemû alî lihev bikin ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta İraqê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh li Hewlêrê pêşwazî li Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Nikolay Mladenov kir. Di hevdîtinê de rewşa dayî ya İraq, Herêma Kurdistanê, pirsa hinardekirin û firotina petrola Kurdistanê û pêkanîna hikûmeta dahatû ya İraqê hat gotûbêjkirin.

Mladenov pîrozbahî li gelê Kurdistanê kir ku hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê gehiştine rêkeftinê bo pêkanîna kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê. Herwiha peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî hatin gotûbêjkirin û herdu alî li ser meseleya dahata-hatina petrol û gazê rawestiyan.

Di vê derbarê de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî got: ‘’Herêma Kurdistanê pêbendê wan hemû biryarên navdewletî yên derbarê İraqê de ye. Mesele wek tazmînatkirina wan welatên di şer de zerar dîtine.’‘

Ji aliyê xwe ve Mladenov jî wiha axifî: ‘’Divê dahata petrola İraqê li gor destûrê bi ser hemû hevwelatiyên İraqê de were dabeşkirin daku tevahiya welat sûd jê werbigire. Herwiha divê pirsa pêkanîna hikûmeta dahatû ya İraqê di zûtirîn dem de bi dawî bibe û hemû alî lihev bikin ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta İraqê.’‘

Basnews
Top