Lîsta Mutehîdun Dixwaze Malikî Ji Bo Postê Serokê Wezîran Nehê Kandîdkirin
Usame Nucêfî di kongireyeka rojnamevanî de ragihand, ku nerînên her şeş parêzgehên Iraqê yên Sunne û Kurd di bareya Nurî Malikî de, wek hevin. Got jî: ew bi her keskî re ne heger Hevpeymanîya Niştimanî wî kesî ji bo postê serokê wezîran kandîd bike, tenê Malikî nebe, ji ber ku Malikî di maweya 8 salan de tiştek ji hevwelatîyan re nedaye û arîşe mezintir kirine û nehatine çareserkirin û Malikî tenê ji bo yek alî kar dike û lidijî ewan alîyane ewên ku bi siyaseta wî re nînin, ji ber evê yekê ew dixwazin Hevpeymanîya Niştimanî kesekî hêja ji bo postê serokê wezîran kandîd bike û ew kes kar ji bo hemû alîyan bike û bersiva ti alîyekî jî bi hêz û çek nede.
