Wezîrê Berevaniyê: Em dest ji bostek axa Hesekê bernadin
Fehid Casim El-Firêc Roja (29.05.2014) bi rêya balafirgeha Qamişlo hat bajêr û ji aliyê parêzgarê Hesekê, berpirsên leşkerî û ewlekariyê û yên Partiya Baasê ve hat pêşwazîkirin.
Li gor ajansa fermî ya Sûriyê (SANA), armanca serdana El-Firêc bo agehdariya amadebaşiya hêzên Artêşa Sûriyê li parzêgeha Heseke û Kantona Cezîrê bû. Navhatî ji leşkeran re got ku wî silavên ji dil û giranbuha yên Esed ji wan re anîne.
Wezîrê Berevaniyê di serdana xwe de wiha axifî: “Xelkê parêzgeha Hesekê bi ruhê yekîtiya niştimanî û biratiya xwe rê li ber wan planan girtine ku dixwazin di navbera xelkê parêzgehê de fitnê derxînin holê.‘‘ El-Firêc îdîa kir ku parêzgeha Hesekê beşeke sereke ye ji Komara Erebî ya Sûriyê û ew dest ji santîmetreke wê bernadin.
Bajarê Qamişlo, wek paytexta Rojavayê Kurdistanê tê naskirin û heta niha di bin destê rejîma Sûriyê de ye û çendîn car wezîr û rayedarên pile bilind ên rejîma Sûriyê serdana wî bajarî kirine.
Li derdora Qamişlo jî, hêzên artêşê 2 navendên wan ên leşkerî yên mezin hene, navenda yekem li nav balafirgeha Qamişlo ye û ya din li navçeya Terteb a başûrê bajêr e. Li gor agahiyên ku hatine belavkirin, ji xeynî dezgehên ewlekariyê yên rejîma Sûriyê û hêzên Bergiriya Niştimanî yên alîgirên rejîmê, nêzîka 5 hezar leşkerên Artêşa Sûriyê li Qamişlo hene.
Basnews
