• Saturday, 14 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Derveyê Vatîkan kombû

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Derveyê Vatîkan kombû
Duh roja în 30/05/2014 li Vatîkan birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Petro Parolîn Wezîrê Derveyê Vatîkan kombû.

Li kombûnê da komek mijar hatin guftûgo kirin ku peywendiya wan bi rewşa siyasiya Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî hebû û li vî derbarî de danustandina bîr û ramanan kirin. Yek ji wan mijarên axaftinê jî li ser pêvajoya Iraqê ya piştî hilbijartina meha derbasbûyî bû. Her wiha hejmara lêqewimiyên mesîhî xistin rû, ku niha li Herêma Kurdistanê dijîn, her pêwîst bi vê babetê ve behsa pêvajoya civakî û jiyana wan kirin ku çawa Herêma Kurdistanê kariye yarmetiya wan bide û derfet birexsênê xwendekar bikarin dirêjiyê bi xwendina xwe bidin. Her li gel ewe da jî behsa azadiya xweda perestiya li Herêma Kurdistanê kirin ku li Herêma Kurdistanê li hemû rêwresmên olî û xweda perestiya xwe da azadin.

Di dawiya hevdîtinê de Wezîrê Derveyê Vatîkan spasiya gelê Kurdistanê kir û destxweşiyê li wê çanda wan kir ku gelê Kurdistanê pêve pabendin û rê bi hemû pêkhatan dide bi azadî bijîn û lêqewimiyên mesîhî himbêz dike, ku li beşên dinê Iraqê xwe spartine Herêma Kurdistanê.
Top