Papayê Pîroz Fransîs pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê kir
Li hevdîtineke taybet da ku zêdetirê nîv demjimêr domand Papayê pîroz behsa ewe kir ku ew her ji zû ve dûvdaçûnê ji bo doza Kurd kiriye û her li ser wê bingehê jî agahdariya wan hemû karesatane ku bi dirêjahiya qonaxan li ser gelê Kurdistanê da hatiye.
Her li vê hevdîtina taybet da destxweşiyê li Serokê Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê kir ji bo wê pêvajoya niha Herêma Kurdistanê pê gihîştiye, bi taybetî ku Herêma Kurdistanê bûye herêmekî aram ji bo wan penaberên li welatên dinên wekî Suriye hêviya xwe bo wê anîne. Her wiha ji bo wan mesîhiyên li beşên dinê Iraqê ku li bin êrîş û tundutîjiyê neçar bûne cîh û warê xwe bi cîh bihêlin û serî li Herêma Kurdistanê bikin ku ji aliyê Hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê yarmetî pêşkêşî wan dikin.
Her wiha Papayê pîroz destxweşiyê li Serokê Herêma Kurdistanê kir ji bo wê siyaseta li Herêma Kurdistanê beramber hemû pêkhatên olî û mezheban heye û hêvî xwest Kurdistan û gelê Kurdistanê herdem li aram û xweşguzeraniyê da bê.
Ji aliyê xwe ve birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê behsa prensîpa lêborîniyê kir ku li Kurdistanê heye û got: Ew prensîp peywendî bi çand û kultura xelkê ve heye ku ji berê ve ew xelk hemû pêkve bi birayetî jiyane, ku qurbaniyê jî dabin bi pêkve qurbaniyê daye û niha jî pêkve li azadiyê da dijîn.
Di derbarê hatina penaberan û lêqewimiyên mesîhiyên Herêma Kurdistanê Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê pêşkeşkirina yarmetî û xizmetguzariyê ji bo wan kesên xwe spartine Herêma Kurdistanê kiriye bi erkê miroviya xwe dizanê û hemû hewlek jî dide bo ku ew parastî bin. Her wiha behsa ewe jî kir ku pêwîste hemû kesek bikarê li welat û warê xwe bi azadiyê de bijî, nabê mesîhî li bin givaşa kuştin û birînê welatê xwe bi cîh bihêlin.
