Serok Barzanî: Eger daxwazên destûrî yên gelê Kurd neyên bicîh anîn vê demê Kurd hin bijardeyên din hildibijêre
Serokê Kurdistanê dibêje eger daxwazên destûrî yên gelê Kurd neyên bicîh anîn vê demê Kurd di bijardeyên din bikar bîne.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Îtaliyayê de duh Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ji aliyê Serokê civata Pîran ya Îtaliyayê ve hate pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de ku heyeta Kurdistanî yaku ji her yek ji Serokê dîwana Serokatiya Kurdistanê, berpirsê peywendiyên derve yên Kurdistanê û birêveberê karûbarên Mesîhiyan ya wezareta karûbarên olî û nunera hikûmeta Kurdistanê ya li Îtaliyayê jî tê de amade bûn, Serokê civata Pîran kêfxweşiya xwe ya li hember serdana han û peywendiyên navbera Kurdistan û hikûmeta Îtaliyayê diyar kir.
Di berdewamiya hevdîtina han de rewşa Kurdistan, Îraq, deverê û çend babet û pirsên din jî hatin nîqaşkirin û hilbijartinên Parlementoya Îraqê û encamên wan jî hatin şîrovekirin û bal li ser prosesa damezrandina hikûmeta nû ya Îraqê jî hate kêşandin.
Di beşeke din ya vê hevdîtina han de Serokê Kurdistanê behsa hilbijartinên Parlementoya Îraqê û civata parêzgehên Kurdistanê kir û got: Heyeteke hevbeş ji part û aliyên siyasî yên Kurdistanê bo beşdarî kirin di danûstandinên pêk anîna hikûmeta nû ya Îraqê de hatiye damezrandin.
Serokê Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de behsa rola kompaniyên Îtalî yên li Kurdistanê de kir ku di warê buniyadnana abûriya Kurdistanê de roleke girîng lîstine û rola kompaniyên han bi girîng wesif kir.
Serok Barzanî di dawiya axaftinên xwe de behsa rewşa pêşeroja Îraqê û herwiha ev senariyoyan kir ku derbarê pêkanîna hikûmeta Îraqê de giftûgo li ser wan tê kirin û tekez li ser vê yekê kir ku gelê Kurd hewl bo vê yekê dide daku encamên wan danûstandinan li gor destûra bingehîn ya Îraqê bin û eger daxwazên destûrî yên gelê Kurd neyên bicîhanîn vê demê vê Kurd bijardeyên din bikar bîne.
