Hilbijartinên serokatiya Sûriyê li 39 welatan birêve çûn
Li gor ajansa fermî ya Sûriyê (SANA) (28.05.2014) revenda Sûrî li 39 welatên cîhanê berê xwe dan balyozxane, konsolxane û nûnertiyên Sûriyê da beşdarî proseya dengdanê bo hilbijartinên serokatiya Sûriyê bikin.
Di van hilbijartinan de, ku Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî, Amerîka û Komkara Erebî hişyarî dabûn ku neyên kirin di vê rewşa niha Sûriyê de, ji ber ku dê her çareseriyeke siyasî bo krîza ku ev 4 sale li wî welatî derketiye jinav bibe.
Di van hilbijartinan de her yek ji serokê niha yê Sûriyê Beşar Esed, Mahir Necar, Hesan Nûrî hevrikiyê dikin li ser bidestxistina posta serokatiya Sûriyê, tevî ku aliyên navdewletî û çavdêrên siyasî dibêjin ew her du namzetên din tenê wêne ne bo senaryoya hilbijartinan û vê hilbijartinê wek “Lîstikek komedî” wesif dikin.
Li gor SANA, welatên ku hilbijartinên serokomarî yên Sûriyê li ser axa wê birêve çûne evna ne: Hindistan, Ukrayna, Nemsa, Korya Başûr, Rûsya, Brazîl, Îran, Bulgarya, Spanya, Brazîl, Arjentin, Japon, Çîn, Swêd, Pakistan, Çîk, Romaniya, Poland, Bêlarûsya, Qubris û Maleziya.
Herwiha ji nav welatên Erebî jî 9 welat razîbûn ku hilbijartinên serokotiya Sûriyê li ser axa wê birêve biçin, ew jî ev in: Iraq, Libnan, Cezayir, Eman, Morîtaniya, Urdin, Behrên, Yemen û Sûdan.
Hat îdîakirin ku ji ber beşdariya zêde ya dengderan di proseya dengdanê de, dema dengdanê 5 demjimêran hatiye zêdekirin, herwiha tê çaverêkirin ku li Libnanê prose heta sibe jî berdewam bike. Ji aliyek din ve 12 welatên Erebî hene ku hilbijartinên serokotiya Sûriyê li ser axa wan birêve naçin, hinek ji wan welatan balyozxaneyên Sûriyê bi gitşî li cem xwe girtine wek “Erebistana Siûdiyê, Qeter, Kuwêt, Tûnis, Lîbya, Misir û Mexri.
Herwiha 4 welatên Erebî hene ku bixwe nûnertiya Sûriyê li wan nîne ew jî “Filistîn, Somal, Cîbûtî û Cuzur Qemer”e, Îmarata Erebî jî duh ragihand ku ew red dike hilbijartinên serokomariyê li ser axa wê birêve biçin. Li ser astê cîhanê jî, Fransa, Almanya û Belcîka berî niha red kirin ku proseya dengdanê bo hilbijartinên serokotiya Sûriyê birêve biçin. Li aliyê din hinek welatên cîhanê hene ku balyozxaneyên Sûriyê bi yek carî girtine, wek Amerîka, Brîtaniya û Yunanistan û hejmarek welatên din.
Biryar e roja 3’ê Hizêranê jî proseya dengdanê bo hilbijartinên serokomariyê di nav Sûriyê de birêve biçin. Li gor amarên fermî yên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan, ligel ku ji ber krîza ku ev 4 sal in li Sûriyê berdewam e zêdeyî 9 milyon kes koçber û derbider bûne, zêdeyî 160 hezar kuştî hene û hejmareke zêde ya girtî û birîndaran heye.
Basnews
