Parlamentoya Kurdistanê bûyera kuştina Duniya dişopîne
Seroka komîteya bergirî li mafên jinan di Parlamentoya Kurdistanê de, Êvra Îbrahîm got: “Piştî ku me yadaştnameyek arasteyî serokatiya Parlamentoya Kurdistanê kir, serokatiya parlamentoyê biryara pêkanîna komîteyê bo şopandina wê doseyê pejirand.”
Êvar Îbrahîm, ku di heman demê de srokatiya komîteya parlamentoyê bo şopandinda doesya kuştina Dunya dika, da zanîn ku ew komîte ji komîteyên bergirî li mafên jinan, mafên mirovan, navxwe û komîteya karûbarên ewqafê di Parlamentoya Kurdistanê de pêk tê.
Li gor ku Îbrahîm ragihand, dê îro, 29.05.2014, ew komîte serdana Duhokê bike, da li lêkolînên ku heta niha hatine kirin derbarê kuştina Duniya de, binêrin.
Piştî bidawîhatina rûniştina îro ya Parlamentoya Kurdistanê, serokê parlamentoyê Yûsif Mihemed û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konfransekî rojnamevanî de dilgraniya xwe ji vê bûyerê anîn ziman, herwiha Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku ew dê “Hemû riyên yasayî li himber vê bûyerê bikar bînin.”
Roja, 24.05.2014, li komelgeha Kelekçî ya ser bi parêzgeha Dihokê ve Duniya, jina temen 15 salî piştî aşkenceyeke giran ji aliyê hevjînê wê yê 45 salî bi guleyan hatibû kuştin.
Rudaw
