• Saturday, 14 February 2026
logo

Kurd vê carê çawa diçin Bexdayê?

Kurd vê carê çawa diçin Bexdayê?
Ligel ku encamên hilbijartinan bi fermî ji aliyê Komisyona Bilind a Hilbijartinan ve hatin ragehandin, lê heta niha komîteya danûstandinan a ku ji aliyê hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê ve hatiye pêkanîn neciviya ye û reşnivîsek jî amade nekiriye da li gor wê ligel aliyên Iraqê gotûbêjan bike.

Ew pêkanîna wê komîteyê di civîna aliyên siyasî yên Kurdistanê ligel Serokê Herêma Kudistanê Mesûd Barzanî roja 15.05.2014 hat pejirandin ku ji Partiya Demokrata Kurdistanê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Tevgera Goran, Komela Îslamî ya Kurdistanê, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Hevpeyaniya Niştimanî ya Kurdistanê pêk tê, lê heta niha ti civîn lidar nexistine.

Ji aliyekî din ve li gor çavdêrên siyasî, eger vê care Bexda mafên destûrî yên Herêma Kuristanê piştguh bixe û pêk neyîne, dê Hewlêr rêyên din hilbijêre, wek serxwebûn û cudabûnê ji Iraqê. Li gor wê rêkeftina ku di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê de hatiye îmze kirin, yekrêzî û yek helwestiya aliyên Kurdistanê di destpêka hemû karan de ye, li gor vê yekê Herêma Kurdistanê vetoyê li ser ti aliyekî syasî yê Iraqê nadeyne û Kurd ligel her aliyekî ye ku soza cîbicîkirina mafên wî yên desûrî ku heta niha nehatine pêkanîn bide.

Dibe ku di hefteya bê de ev komte ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve bê spartin da ku dest bi karên xwe bike. Berdevkê Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê, Mueyed Teyib ji BasNewsê re eşkere kir ku girîngtirîn xal li cem Kurdan vê carê ligel aliyên Iraqê ew e ku rêkeftin bi fermî bên nivîsandin û dema cîbicîkirina wê jî diyar be.

Teyib got: “Heta niha peyrewa navxwe ya encûmena wezîrên Iraqê nîne, pêwîste komîteya danûstandinan tekez li ser danîna peyreweke navxwe bike.” Teyîb da zanîn ku encûmena wezîrên Iraqê meaşê Herêma Kudistanê nebiriye, lê Malikî wek kes biryara birîna wê daye û wiha axifî: “Eger peyrewa navxwe hebûya, dê ne Malikî û ne kesekî din bikariya vî mafê Herêma Kurdistanê binpê bike.”

Ji aliyek din vê Yasîn Hesen Mihemed da zanîn ku dê komîteya danûstandinan di yekem civîna xwe de reşnivîsekê bo mafên Kurdan dabirêje li himber Iraqê û tekez kir ku aliyên Kuristanê bi yek deng û yek helwest dê biçin Bexdayê.

Basnews
Top