• Saturday, 14 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Ew Kesê Ku Iraqê Perçe Dike Serokê Wezîrên Iraqê ye

Nêçîrvan Barzanî: Ew Kesê Ku Iraqê Perçe Dike Serokê Wezîrên Iraqê ye
Serokê hukûmeta herêma Kurdistanê ragihand, ku ew kesê ku Iraqê perçe dike, Kurd nîne, serokê wezîrên Iraqê ye.

Serokê hukûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî rûniştina evroj a parliyamenta Kurdistanê di kongireyeka rojnamevanî de bersiva nûçegihanê telefizyona Şerqîye da û ragihand, ku ew li ser destûr û qanûna xwe diçin û ew dixwazin hemû arîşe di rêya guft û goyan de bihên çareserkirin, belê diyare ew yek nahê kirin, ji ber evê yekê ew kesê ku Iraqê perçe dike Kurd nîne, serokê wezîrên Iraqê ye.

Weha jî da zanîn, ku xelkê Iraqê ti axftinekî dike dema ku kesek mûçeyê pişkek ji fermanberên Iraqê nade, ku li angora destûrê ew fermanber Iraqî ne û ti qanûnek rê bi wî kesî nade mûçeyê nede.

Top