Serokatiya lîsteya qanûnê daxwaza birîna bûdceya Kurdistanê dike
Endameke desteya Serokatiya lîsteya qanûnê daxwaza birîna bûdceya Kurdistanê dike.
Endama desteya Serokatiya lîsteya dewleta qanûnê Henan Fetlawî ragehand ku hikûmeta Kurdistanê bêyî rezamendiya hikûmeta Bexdayê petrol firotiye jiber vê çendê ev yek dizîneke eşkere û binpê kirina qanûnê ye.
Henan Fetlawî eşkere kir ku pêwîste hikûmeta Îraqê li hember ev pêngava han ya Kurdistanê bêden nebe û helwesteke tund nîşanî hikûmeta Kurdistanê bide.
Fetlawî herwiha daxwaza vê yek kiriye daku hikûmeta Bexdayê Parlementerên Kurd yên li Parlementoya Îraqê der bixe û bûdceya Kurdistanê jî bi giştî qot bike anjî bibirîne
