Komisyon Li Ser Wergirtina Gilînameyan Berdewam e
Gati` Zewbe`î ji PNA re ragihand, ku piştî ragihandina encamên hilbijartinên encûmena nûnerên Iraqê, dest bi wergirtina gilînameyên alîyên siyasî hat kirin û roja pêncşembiya bihê dawî roja wergirtina gilînameyan e.
Weha jî da zanîn, ku dê gilîname radestî komîteyeka taybet bi encamên hilbijartinan bihê kirin û heta niha jî ti gilînameyekî mezin nîne û çend gilînameyek hatine pêşkêşkirin.
