Daxwaz ji Hikûmeta Kurdistan û PKKê tê kirin kêşeyên xwe bi diyalogê çareser bikin
Li Amedê hijmareke part û aliyên siyasî yên Kurdistanê civîneke çapemenî organîze kirin.
Di vê civîna han de part û aliyên siyasî yên Bakûrê Kurdistanê daxwaz ji PKK û hikûmeta Kurdistanê hatiye kirin daku kêşeyên heyî bi rêya diyalog û danûstandinê çareser bikin.
Part û aliyên siyasî ev yek eşkere kirine ku dem n edema dijminatî kirina hevûdu ye belku dem dema yekîtiya netewî û piştgîrî kirina hevûdu ye lewre dibe hikûmeta Kurdistanê û PKK kêşeyên heyî bi rêya diyalogê û li ser esasê rêz ji hevûdu girtinê bi danûstan û giftûgoyan çareser bikin.
