Li bajarê Wanê û deryaya Egeyê erdhej pêk hat
Navenda jiylojîk a Tirkiyê ragihand ku îro serê sibhê dora saet 3.15 deqe erdhejek bi tundiya 4.1 pile li gor pîvana Rîxterê li Wanê û derdora wê pêk hat.
Herwiha li deryaya Egeyê li Tirkiyê jî saet 12.30 şevê û bi tundiya dîsa 4.1 pile li gor pîvana Rêxterê, Erdhejek pêk hat.
Li gor medyaya Tirkiyê û agahiyên ku hatine belavkirin, heta niha derbarê ziyanên madî û giyanî de ti rewşên nerênî nehatine belav kirin.
Roja 25 gulanê û bi tundiya 6.5 pile li deryayê Egeyê erdhejek pêk hat û bajarên Steebol, Çalakale, Îzmîr û Balikhisarê hejiya, lê jibilî birîndaran û ziyanên madî ti kesî jiyana xwe ji dest neda.
Rudaw
