Sefîn Dizeyî: Dê Li Ser Şandina Petrolê Berdewam Bin
Sefîn Dizeyî di daxuyanîyeka rojnamevanî de ragihand, ku ew dê li ser şandina petrolê berdewam bin û ewa ku niha dihê şandin, têra budceya herêma Kurdistanê nake û gerek herêm her roj 400 heta 500 herzar bermîlan bişîne.
Weha jî da zanîn, ku hukûmeta herêmê bi dahata petrolê û wergirtina qeriz, mûçeyê fermanberan berdest dike.
