Parlementoya Kurdistanê: Dibe Konsulusxaneya Îranê daxwaza lêbûrînê bike
Parlementoya Kurdistanê di civîna xwe ya îro de daxwaza lêbûrîn kirinê ji Konsulusxaneya Îraqê dike.
Duh Parlementoya Kurdistanê bi amadebûna hijmara qanûniya Parlementeran civiya û di civînê de çend babetên girîng weke qirîza abûrî ya Kurdistanê û herwiha bêrêzî kirina Konsulusxaneya Îranê ya li Silimaniyeyê a li hember zimanê Kurdî nirxand.
Parlementoya Kurdistanê biryar daye daku bo lêkolîn kirin li ser sedemên qirîza abûrî ya Kurdistanê de komîteyeke dabimezre.
Derbarê bêrêzî kirina Konsulusxaneya Îranê ya li Silimaniyeyê a li hember zimanê Kurdî de jî Parlementoya Kurdistanê bi piraniya dengan ev yek pesend kiriye ku dibe Konsulusxaneya Îranê daxwaza lêbûrînê ji gelê Kurd bike.
