Heta Niha Şandeya Dan u Standinkara Herêmê Kombûn Bi Alîyên Siyasîyên Iraqê Re Nekiriye
Yasîn Hesen ji siteya KDP re ragihand, ku ew çaverêy pesindkirina encamên hilbijartinan in ji alîyê komisyona bilinda serbixweya hilbijartinan ve, ji ber ku heta niha gilînameyên alîyên siyasî nehatine yekalîkirin û encam bi fermî nehatine ragihandin, belê piştî ragihandina encamên fermî dê şandeya herêmê di nav xwe de kombûnê bike.
Weha jî da zanîn, ku heta niha ti karnameyek ji bo guft û gokirinê bi Baxdadê rê nehatiye amadekirin, belê di kombûna serokê herêmê de ya bi alîyên siyasî re behsa evê yekê hatiye kirin.
Weha jî da xuyakirin, ku Kurd tenê lidijî kandîdkirina Malikî nîne ji bo postê serokê wezîran, alîyên Sunne û Şî`e jî li dijî kandîdkirina Malikî ne.
