Peyama Mekteb siyasiya PDKê bo salvegera şoreşa Gulanê
Bi minasebeta 38mîn salvegera destpê kirina şoreşa Gulanê mekteb siyasiya PDKê peyamek pêşkêş kir.
Mekteb siyasiya PDKê di destpêka peyama xwe de hevdem ligel pîroz kirina salvegera destpê kirina şoreşa Gulanê de silav li şehîdên qehreman û malbetên serbilind yên wan û pêşmergeyên kurdistanê û tevahiya gelê Kurdistanê kiriye.
Mekteb siyasiya PDKê di beşeke din ya peyama xwe de eşkere kiriye ku destkeftên niha yên Kurdistanê berhemên şoreşa Gulanê ne û bi fedakariya pêşmerge û gelê Kurd û Şehîdan hatine bidestxistin.
Di berdewamiya vê peyama han de hatiye nivîsandin ku şoreşa Gulanê hêza gelê Kurd û asta bixwe bawerbûna gelê Kurd ji cîhanê re selmand û bersifeke gelek baş bû bo plana îxanetê ya Cezayirê yaku dixwest gelê Kurd tune bike.
Di beşeke din ya vê peyama han hatiye nivîsandin ku şoreşa Gulanê her çend bû faktereke mezin bo bihzêtir bûna îradeya gelê Kurd hevdem hêz û coşa netewî ya gelê Kurd bo domandina xebata xwe ya bo bidest xistina mafên reva geştir kir
