Hijmara şîniyên Kurdistanê 5 miliyon derbas kirş
Komîteya amar ya Kurdistanê dibêje hijmara şîniyên Kurdistanê 5 miliyon derbas kiriye.
Di daxuyaniyekî de Serokê komîteya amara Kurdistanê Sîrwan Muhemed ragehand ku ev hijmarên ku ji aliyê hikûmeta Îraqê ve derbarê hijmara şîniyên Kurdistanê de tên belav kirin ne rastin û hijmara şîniyên Kurdistanê zêdetir ji vê yekê ye ku rayedarên Îraqê eşkere dikin.
Sîrwan Muhemed herwiha eşekre kir ku li gor serjimêriya dawî yaku di sala 2009an de hatiye encam dan hijmara şîniyên Kurdistanê 5 miliyon û 200 hezar bûye û niha ev hijmara han bûye 5 miliyon û 330 hezar.
Muhemed herwiha diyar kir ku ji sedî 49 ji şîniyên Kurdistanê jin û ji sedî 51 din jî mêrin
