Sînemxan Bedirxan alîkariya Kurdistanê bilind nirxand
Di gotubêjekê de Berpirsyar û Edîtorê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskin, got ku ji destpêka damezrandina Weşanxaneya Avesta û vir de ew dixwazin berhemên Bedirxaniyan ku di tevgera netewî ya Kurdan de roleke serekî dîtine, bidin hev û biweşînin.
Keskin da zanîn ku di vê çarçovê de wan pirtuka Sinemxan ya ku tê de bîranînên xwe yên derbarê bavê xwe Celadet Alî Bedirxan de bi xwendevanan re parve dike, weşandine û îro jî di vê çarçovê de li bajarekî qedîm, paytextekî Kurdistanê Sînemxan û bîranînê wê digel Celadet Alî Bedirxan, bi xwendevanên Kurd re bînin ba hev.
Sinemxan Bedirxan jî got ku ew gelekî kêfxweş e ku ala Kurdistanê li Hewlêr, li Silêmanî, li Duhokê azad daliqandî dibîne û şad e ku îro li Diyarbekir, bi xwendevanên Kurd re derbarê Bedirxaniyan de diaxivfe. Bedirxan got ku, ji xeynî bîranînan gelek tiştên Bedirxaniyan ku ji bo dîroka Kurdan girîng in li cem xwe parastine û eger rojekê muzeyek were vekirin dê bi kêfxweşî wan bide wê muzeyê û wiha axifî: “Ji ber ku ev tişt ne yên min in, ên me tevde ne. Rojeke inşallah emê Birca Belek bikin muze û di wir de bi herkesî re parve bikin”.
Sinemxan Bedirxan diyar kir ku wan bi Weşanxaneya Avesta re dest bi projeyekê kirine û dixwazin bi lêkolîn û lêgerînên berfireh ansîklopediya Bedirxaniyan derbixin. Herwiha Sinemxan di axaftina xwe de alikariya Herêma Kurdistanê, serokê wê Mesud Barzanî, Celal Talabanî, Neçirvan Barzanî ji bo Bedirxaniyan jî anî ziman û spasiya xwe pêşkeşî wan kir. Sinemxan Bedirxan di berdewamiya gotubêjê de bîranînên xwe bi guhdarvanan re parve kirin û bersiva pirsan da. Piştî gotubêjê Sinemxan Bedirxan li standa Weşanxaneya Avesta pirtûka xwe ji xwendevanan re îmze kir.
Basnews
