Osman Ocalan: Cemîl Bayik û PYD Dixwazin Perçeyên Kurdistanê Bikevin Nava Şerr De
Osman Ocalan birayê Ebdullah Ocalan behsa siyaseta niha ya PKK dike û Cemîl Bayik jî wek çeteyek li dijî mafên gelê Kurd nas dike.
Ev çend sal in Osman Ocalan ji PKK cuda bûye û wek siyasetmedar dihê naskirin ji siteya KDP re ragihand, ku mixabin PKK dixwaze li Qendîl arîşeyan bi şerr çareser bike û dixwaze rewşa Kurdistana Bakur, Başur û Rojava têk bide û ew şerr jî di berjewendîya Kurd de nîne, ji ber ku gerek Kurd evan çar, pênc salan nêzîkî şerr nebe û di nava aşitîyê de jiyan derbas bike, belê ewa ku niha Cemîl Bayik serperiştîya wê dike û PYD jî kevtîye bin sîyaseta wî, dixwazin Kurdistana Bakur, Başur û Rojava bikevin nava şerr de û di berjewendîya Kurd de nîne, PDK û Serok Barzanî jî rê li ber wî şerrî digirin.
Weha jî da zanîn, ku Mesûd Barzanî ji bo aşitî û azadîya Kurd xebat dike û bi şerrê navxweyî re nîne, belê PKK û Qendîl bi welatên herêmî re mijûlî ewê yekêne, ku şerr di nava Kurdan de dirust bikin.
Weha jî da xuyakirin, ku ew li dijî wê siyasetê ye û gerek hemû alî kar ji bo serxistina gelê Kurd bikin. Got jî: niha Cemîl Bayik serperiştîya PKK dike û Bayik kesekî neteweyî nîne û bi awayekî dostane nêzîkî doza bizava neteweyîya Kurd nabe û ev yek jî tenê Cemîl Bayik nîne, belkî grupa Cemîl Bayik e û çeteyên Cemîl Bayik in. Ocalan dibêje, ku dema wan behsa yekîtîya neteweyîya gelê Kurd dikir, wê demê Cemîl Bayik mijûlî dirustkirina hêzekî bû ji bo têkdana wê hizra han.
Ocalan aşkira kir, ku niha PÇDK li başur û PYD li rojava ser bi PKK ne û berî niha me digot bila grupên han serbixwe bin, belê grupên çeteyên Cemîl Bayik digotin nexêr gerek ser bi PKK bin û niha jî ev du partên han ti cudahîyek li gel PKK û çeteyan nîne.
Osman Ocalan ragihand, ku PDK dayikê bizava rizgarîya gelê Kurd e û Kurdan diparêze û pîkolan ji bo avakirina dewleta Kurdî dike û rewşa niha ya Kurdistanê heta 10 salên din berdewam be, dê biçe nava rêza welatên pêşkevtî, ku welatên cîran naxwazin Kurdistan bibe cihekî pêşkevtî.
