• Saturday, 14 February 2026
logo

Parliyamenterekî Kurd: Dê Firoştina Petrola Kurdistanê Arîşeyên Navbera Herêmê û Baxdadê Çareser bike

Parliyamenterekî Kurd: Dê Firoştina Petrola Kurdistanê Arîşeyên Navbera Herêmê û Baxdadê Çareser bike
Endamekî encûmena nûnerên Iraqê ragihand, ku firoştina petrola herêma Kurdistanê ji alîyê Turkiye ve, dê bibe sedemê çareserkirina arîşeyên navebra Herêmê û Baxdadê.

Endamê encûmena nûnerên Iraqê Qasim Muhemmed ê ku ser bi lîsta Hevpeymanîya Kurdistanî ve ye ji PNA re ragihand, ku bêtirî 2 milyon bermîlên petrolê yên herêma Kurdistanê li Turkiye hatibûn embarkirin, belê firoştina petrola herêma Kurdistanê ji ber arîşeyên navbera herêma Kurdistanê û Turkiye hatibû rawistandin û herêma Kurdistanê jî pêşinyarkiribû, ku ew her roj 100 hezar bermîlên petrolê ber bi derve dişîne, belê Baxdadê ti bersivek nebû, Turkiye jî neçarbû petrola embarkirî ya herêma Kurdistanê bifiroşe.

Weha jî da zanîn, ku ev sê sal in arîşe di navbera herêma Kurdistanê û Hewlêrê de hene û biryara firoştina petrola herêma Kurdistanê ya li Turkiye jî, dê bibe fakterek ji bo çareserkirina arîşeyên navbera Herêmê û Baxdadê.

Weha jî da xuyakirin, ku heta niha hukûmeta Baxdadê hilwestê xwe yê di bareya firoştina petrola herêma Kurdistanê ya li Turkiye de, nedaye nîşandan.
Top