Parliyamenterekî YNK: Dewleta Qanûnê Dixwaze Yekrîzîya Kurd Têk Bide
Salar Mehmûd ji PNA re ragihand, ku heger beşdariyê di hukûmeta bihê ya Iraqê de bikin, dê alîyên siyasîyên Kurdistanê bi hev re beşdariyê bikin û siyaseta YNK jî yekrîzîya hêzên Kurdistanî ye di prosesa siyasîya Iraqê û Kurdistanê de û ew dixwazin hukûmeta yekrîzîya niştimanî li Kurdistanê pêk bihê. Weha jî got, ku YNK dixwaze Kurd bi yek gotar biçe Baxdadê.
Weha jî da zanîn, ku Dewleta Qanûnê dixwaze cudahîyê di navbera hêzên siyasîyên Kurdistanê de dirust bike û di derbasbûyî jî de Dewleta Qanûnê ew xwestek hebûye, belê berdest nebûye û YNK dixwaze Kurd li herêma Kurdistanê û Iraqê yek gotar û yek rêz be.
Weha jî da xuyakirin, ku ew bi hêzên siyasîyên herêma Kurdistanê re berdewam dan u standinan dikin û yek gotara siyasî berdest e û dê bi serokê herêmê û alîyên siyasîyên din re biryarê li ser beşdarîkirin yan jî beşdarînekirin di hukûmeta bihê ya Iraqê de bidin.
