Di encama çend teqînan li Mûsil û Bexdayê de bi dehan welatî bûne qurbanî
Li Mûsil û Bexdayê de bi dehan kes bûne qurbanî.
Di vê derbarê de çavkaniyên ewlekarî yên li Mûsilê ragehandin ku di encama du teqînan de ku hêzên leşkerî kiribûn amanc 8 welatî birîndar bûn ku 4 ji wan welatiyên medenî û 4ên din jî leşkerin.
Ji aliyeke din ve çavkaniyên nûçeyan belav kirin ku di encama teqînekî li devera Şeb ya li Bexdayê de jî tirimbîleke bombekirî hatiye teqandin û di encam de 10 welatî hatine kuştin û 23 welatiyên din jî birîndar bûne.
Ji aliyeke din ve jî Fermandariya operasiyonên hevbeş eşkere kir ku di encama operasiyonekî de 23 çekdarên DIŞIê hatine kuştin.
