Serok Komarê Fransa pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê kir
Di hevdîtinê de Serok Komarê Fransa ji bilî bi germî bi xêrhatina wan, xweşhaliya xwe jî bi serdana Serokê Herêma Kurdistanê ya Fransa derbirî û dûpat kir ku ew li piştgîrîkirin û dostayetî kirina gelê Kurdistanê de berdewam dibê û hêvî xwest Kurdistan pêşketin û berev pêşveçûnên zêdetir bi xwe ve bibîne.
Di kombûnê da çend mijarek wekî hilbijartinên Iraq û Kurdistan û encam û senaryoyên pêkanîna Hikûmeta Iraqê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda hatin axaftin û di vî derbarî de danustandina bîr û ramanan kirin.
Di van mijaran de birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ronahiyeke tevahî xiste ser wan senaryoyên ku piştî qonaxa hilbijartinan dibe ku pêkbên. Her wiha balkişand li ser bijareyên li ber gelê Kurdistanê da û got: Gelek bijarde li ber gelê Kurdistanê da heye, li beşekî dinê axaftina xwe de Serokê Herêma Kurdistanê tekez li wê yekê kir ku pêwîste ev hilbijartin derfetek bê ji bo wê yekê ku Iraq bikevê ser rêya demokratî û federaliya rastîn û balkişand li ser wê yekê ku eger hat û Iraq vê rêyê li ber negre, wê demê rewş û pêvajoya welat berev çarenûsazekî nediyar ve diçe.
Li mijareke dinê vê kombûnê da behsa peywendiyên di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê kirin û Serokê Fransa tekez li wê yekê kir, ew kompanyayên veberhênerên Fransa ku niha li Kurdistanê kar dikin pêwîste li paşarojê de zêdetir û çalaktir bibin.
Her li vê kombûnê da behsa peywendiya di navbera Herêma Kurdistanê û welatên cîran û navçeyê bi giştî kirin û bi dûr û dirêjî di derbarê pêvajoya Suriye û Rojavayê Kurdistanê de guftûgo kirin.
Hêjayî gotinêye kombûn li rewşeke gelek dostane de birêveçû, ku têda birêz François Hollande Serok Komarê Fransa ji bo birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê dûpat kir û got: Pêwîste em di derbarê hemû qonaxek, ku Kurdistan û navçe têda derbas dibe her li peywendî û bîr û raman guherînê da bimînîn.
