Goreke bi kom li Kerbelayê hate dîtin
Nivîsgeha mafên mirovan dibêje li Kerbelayê goreke bikomî hatiye dîtin.
Di vê derbarê de birêveberê nivîsgeha mafên mirovan Ebdulkerîm Bîlal ji kanalên ragehandinê re diyar kir ku îro li ser rêya Kerbelayê goreke bikomî ya salên 1991an hatiye dîtin.
Bîlal eşkere kir ku di vê gora han de hestiyên 27 kesan hatine dîtin ku piraniya wan jin û zarokên û di dema raperîna sala 1991an de ji aliyê hêzên rejîma Besê ve hatine weşartin.
