Zerara rojane ya petrola Kerkûkê 25 milyon dolar e
Endamê Lijneya Petrol û Gazê ya Parlamentoya Îraqê, Sozan Seid eşkere kir ku rojane 25 milyon dolar, ji ber şandina petrola Kerkûkê bi awayekî bêserûber bi rêya bendera Cîhana Tirkî, ji aliyê çete û bazirganan ve zerar digihe Îraqê.
Sozan Seîd got: ‘‘Hikûmeta Îraqê hewl nade vê pirsgirêkê çareser bike û nikare ewlekariya wan boriyên petrolê biparêze. Hêzên ku ji bo ewlekariya boriyên petrola Kerkûkê hatine diyarkirin lawaz in, nikarin berevaniyê bikin û çekên wan gelekî kevin in, loma divê hejmara wan hêzan bê zêde kirin û çekên baştir jî bidin wan.’’
Pirsporê aboriyê, Arî Xoşnav ji BasNewsê re ragehand zêdeyî 25 milyon dolar ji petrola Kerkûkê belaş diçe, di rewşekê de petrola wî bajarî tu sûdek negehandiye şêniyên wî bajêrî. Navbirî sedema wê jî bi nebûna şiyana parastina wî bajarî ji aliyê hikûmeta Îraqê ve, cîbicîh nebûna madeya 140 û nehatina Kerkûkê bo ser Herêma Kurdistanê ve girêda.
Arî Xoşnaw wiha axifî: ‘‘Eger Kerkûk bikeve ser Herêma Kurdistanê û bajar li gor enerjiya lê heye bigihe mafê xwe, dibe sedem ku bibe yek ji bajarên herî pêşketî yên Îraqê, ji ber ku Kerkûk yek ji bajarên herî zengîn ên cîhanê ye.’‘
Basnews
