Li Xormatûyê 8 leşkerên Îraqî hatin kuştin
Di encama êrîşeke çekdarî li Xormatûyê de 8 leşkerên Îraqê hatin kuştin.
Di vê derbarê de birêveberê gundê Meftûl Heysem Beyazî ragehand ku Duh di dema serdana tîmeke leşkerî ya artêşa Îraqê bo ser navendên leşkerî yên artêşê ên li deverê de çend çekdarên nenas êrîşî tîma leşkerî kirine.
Beyazî eşkere kir ku di encama êrîşa han de 8 leşker hatine kuştin û 4 leşkerên din jî birîndar bûne.
